Di demekê de ku cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û qunsulê Îranê li Herêma Kurdistanê tekezî li ser zêdekirina bazirganiya di navbera herdu welatan de dikin, bazirganên kurd dibêjin, hikûmeta Îraqê tevgera bazirganîyê li deriyên sînorî sînordar kiriye û veguhestine bo deriyên din ên Îraqê.
Hacî Bextiyar ji Dengê Amerîka re got: “Îraq pênaseya gumrikê cîbicî nake, lê pênaseya gumrikê ji sedî 100 li benderên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê cîbicîkirin û ev yek jî bûye sedem ku bazirgan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê derkevin û biçin deriyên Îraqê.”
Pênaseya gumrikê ew lîsteya ku hikûmeta Îraqê şandiye deriyên sînorî ji bo cîbicîkirinê, ku navên kelûpelan û rêjeya baca gumrikê vedihewîne.
Hacî Bextiyar yê bazirgan got, "Hikûmeta Îraqê hin made ji gumrikê efû kirine, wek mînak pêwîstiya kargehekê bi 100 ton çîmento heye û 1000 ton bê gumrik hawirde dike û 900 tonên din jî difroşe, lê li Herêma Kurdistanê ne wisa ye."
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Telebanî îro li Herêma Kurdistanê ligel qunsulê giştî yê Îranê Nesrullah Reşnûdî civiya.
Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ji bilî deriyên xwecihî, sê deriyên navnetewî hene: Başmax, Perwîzxan û Hacî Omeran. Dahata meha borî ji deriyê Perwîzxanê 26 milyar dînarê Îraqî bû.
Jêderekî li deriyê Perwîzxan ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka re got: "Eger wek deriyên Îraqê alîkariya bazirganan bê kirin, dahata dergeh dê di mehê de bigihêje 35 milyar dînar, lê ji bazirganan re hêsanî nayên kirin."
Berhemên şîr, kelûpelên avakirinê, meywe û şînkayî ji deriyên sînorî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de tên hawirdekirin, ji bilî kelûpelên ku ji welatên din tên hinartin û bi rêya axa Îranê derbasî Îraq û Herêma Kurdistanê dibin.
Serokê Odeya Bazirganî ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ji Dengê Amerîka re got: "Bazirganî di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de berdewam e, bi taybetî di warê şînkayî, berhemên şîr û pêdiviyên avakirinê, lê kelûpelên ku ji Îranê di rêya transît re têne hinartin ji sedî 90 kêm bûne."
Berî niha gelek cureyên xurek û kelûpelên Çîn û welatên din dihatin bendera Ebas a Îranê û ji wir dihatin hawirdekirin, lê niha ew kelûpel nayên Herêma Kurdistanê û rasterast ji bendera Um Qesrê tên şandin.
Herwaha got: Nirxa dolarê ku banka navendî piştevaniya wî nake û dolarên erzan nade bazirganên ku kelûpelan ji Îranê tînin, sedemeke din a kêmbûna bazirganiyê ye.
Hejmarek mezin ji kasibkarên Kurd ku berê li deriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bazirganî dikirin, niha ji bo bazirganiyê berê xwe dane deriyên din ên Îraqê, ku ev jî ziyanê digihîne tevgera bazirganiyê li Herêma Kurdistanê.
Raporta Dilşad Enwer/Kerkûk