Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Pêşmerge Dibêje Baregeheke wan Rastî Êrîşan Bûye

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Îraqê roja Yekşemê bi şev ragihand ku dronekê baregeha Firqeya 11emîn a Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li derdora navçeya Dêgele armanc girtiye.

Wezaretê got, "Ev êrîşên wêranker hewldanek in ku rewşê bêtir tevlihev bikin û bêserûberîyê biafirînin."

Her çend wezaretê negot kê êrîş kiriye jî, wê bang li serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî kir ku "dawî li van binpêkirin û kiryarên neqanûnî bîne.”

Wê got, "Kesên ku ji vê kiryarê berpirsiyar in dê werin darizandin. Berdewamîya van kiryarên terorîstî dê bêbersiv nemîne."

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja Yekşemê got, "Rejîma Îranê bi berdewamî sivîlan armanc digire û êrîşî bi dehan cihan dike."

Yek ji cihên ku ji hêla CENTCOMê ve hatine behskirin, Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG