Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bi Sê Dronan Kampeke Penaberan li Koyê Dike Armanc

Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê îro sibê kampeke penaberên rojhilat li Koyê kir armanc û kesek birîndar kir.

Qaîmeqamê Koyê Tariq Heyder ev nûçe ji Dengê Amerîka re piştrast kir û got,"Sê dronan îro sibê kampa Azadî ya penaberên rojhilat li bajarê Koyê armanc girt. Ew kampeke sivîlan e û baregeha Partîya Demokrat tê de ye.”

"Dronan li nexweşxaneyekê, depoyeke cebilxaneyê û kampê xistin û kesek birîndar kir. Ev duyemîn êrîşa dronî ye li ser kampê di rojên dawî de. Cara yekem li ezmanan teqîya. Me nezanî ka pirsgirêkek tê de hebû yan jî ew hatibû xistin,” Wî got.

Qaîmeqamê Koyê got ku şer ne tenê li Koyê, lê di heman demê de li seranserê Herêma Kurdistanê, Îraqê û herêmê jî belav bûye.

XS
SM
MD
LG