Li Herêma Kurdistana Îraqê navenda Metro ya piştgirîya mafên rojnamevanan di çalakîyekê de, amarên xwe yê sala 2020an belav kirin û binpêkirinên deshilatê û hêzên ewlekarîyê yên dijî rojnamevan û dezgehên medyayî aşkere kirin.
Di çalakîya Metro de hejmarek karbidest, rewşenbîr û rojnamevan amade bûn û bîr û boçûnên xwe parve kirin.
Li gor raporta navenda Metro, di sala 2020an de li Herêma Kurdistanê 385 binpêkirin li dijî 291 rojnamevan û dezgehên ragihandinê bûne.
Metro her wiha behsa binplkirinên dijî rojnamevanan li seranserî Îraqê jî kir.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Silêmanîyê Rêbaz Mecîd li çalakîya navenda Metro bû û ev raporteke deng amade kir.
Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke