Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hinardekirina Nefta Kurdên Îraqê Dê bi Çavdêriya Bexdayê Berdewam Bike


Karbidestên her du alîyan dibêjin, Herêma Kurdistanê ya xweser ya Îraqê dê roja Duşemê dîsa dest bi hinartina petrolê bike bi rêya Tirkîyê, lê di paşerojê de ew dê di bin çavdêrîya hikûmeta federal ya Bexdayê de bihêt kirin.

Ew encam, di danûstandinên di navbera karbidestên federal û yên herêmî de derket û ew dihêt vê wateyê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayek serbixwe êdî nikare neftê hinarde bike û ew jî di encamê da xweserîya hikumeta herêmî ya Kurdistanê sînordar dike.

Enqerê meha borî wergirtina nefta Kurdistana Îraqê rawestandibû piştî ku dadgeheke navnetewî di nakokiyeke nehsalî de biryar da ku Bexda rast e ku li ser çavdêriya hemî hinardekirina petrola Îraqê pêdagirîyê dike.

Karbidestekî hikûmeta federal îro Şemiyê gote AFPê: "Firotina nefta xav ya Kurdistanê dê ji niha û pê ve ji aliyê Rêxistina Bazirganiya Petrolê ya Dewletê ve bihêt birêvebirin."

Heman karbidestî herwiha got, "Komîteya hevbeş" ku ji alîyê hikûmetên federal û herêmê ve hatî damezrandin dê çavdêriya proseya hinardekirinê bike.

Berpirsekî Kurd got, dahat dê biçe hesabeka ku "ji aliyê Bexdayê ve têt çavdêrîkirin".

Rawestandina hinardekirina petrol bi rêya boriyê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyê li Deryaya Navîn ve, fîrmayên petrolê yên biyanî asteng kirin ku petrola Kurdistanê derxînin.

Kompanîya Norwecê DNO, yek ji fîrmayên sereke yên ku li Kurdistana Îraqê kar dike, ragihand ku ew hilberîna li bîrên xwe radiwestîne.

Berê biryara Enqerê ya di 25ê Adarê de, herêma xweser ya Kurdistana Îraqê rojane 450,000 bermîlên xav hinarde dikir.

Hinardekirina neftê çavkaniya sereke ya dahatê ye hem bo hikûmeta federal û hem jî bo ya herêma Kurdistanê û birêvebirina wan ji mêj ve ye mijarek hestiyar bû di pêwendiyan de ye.

Hikûmeta Kurdistanê dibêje ku Bexda hewl dide ji çavkaniyên herêmê sûd werbigire, di heman demê de hikûmeta Îraqê dibêje ku divê wan kontrola serwerîyê li ser hemû berhemanîna petrolê hebe.

Îraq, ku duyemîn hilberînerê herî mezin e di nav Rêxistina Welatên Neftê Hinarde dikin (OPEC) de, rojane 3.3 mîlyon bermîlan hinarde dike.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG