Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Herêma Kurdistanê bi Sedema Korona Karên Xwe Radigre


Parlemana Herêma Kurdistan Îraqê karên xwe du hefteyan ragirtin bi sedema tûçbûna çend kesan bi vîrusa koronayê di nav parlemanê de.

Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê jî bi sedema tûşbûna hin kesa di nav dadgeha Hewlêrê de biryar da ku Dadgeha pêdaçûnan a Hewlêr bo du hefteyan bigre.

Endamê Parlemanê Sîrwan Baban di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka got nabe ku dezgeheke wiha mezin bi sedema tûşbûna çend kesan were daxistin.

Rêvebirê ragihandina parlemanê Saman Ehmed piştrast kir ku sê kes di nav parlemanê de bi vîrusa koronayê ketine û biryar hatiye dayîn ku wezareta tenduristiya Herêmê pişkinînan ji bo hemû endamên parlemanê bike.

Tê zanîn ku ta niha li Herêma Kurdistana Îraqê hejmara giştî keysên virusa koronayê gihîştiye 1892 kes, di nav de 36 kes mirine. 559 kes baş bûne û 1297 nexweş di bion çavdêriya pizîşkî de ne, li gor amarên wezareta tenduristiyê.

Raporta Deng/Ehmed Zêbarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00


XS
SM
MD
LG