Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Kesan Di Êrîşa Doh De Li Kurdistana Îraqê Jiyana Xwe Ji Dest Da


Karbidestan îro Yekşemê got, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn di encama îrşa dronê ya Tirkîyê de li Herêma Kurdistana Îraqê.

Êrîş derengî Şemiyê li nêzîkî bajarokê Pêncwênê, li nêzîkî sînorê Îranê, otombîleke şervanên Kurd ên Tirkiyê ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir armanc, karbidestekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got ji ber hesasiyeta mijarê.

PKK, ku Enqere û hevalbendên wê yên rojavayî wek rêxistineke "terorîst" bi nav dikin, li bakurê Îraqê baregehên xwe hene.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbeker di pêwendiyeke telefonî de ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nîgeraniya xwe li hember êrîşê nîşan da.

Ebûbeker di daxuyaniyekê de ku navê qurbaniyan eşkere nekir û behsa girêdana wan bi PKKê re nekir, got, "Li gorî agahiyên destpêkê yên lêkolînê, 2 kesan di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn."

Ji sala 1984an ve PKK li Tirkiyê serhildanekêbi rê ve dibe ku bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, û Enqerê demeke dirêj e çeperên leşkerî li bakurê Îraqê hene û bi berdewamî li dijî wan operasyonan dike.

Ebûbeker li gorî daxuyaniya xwe "hêvîdar e ku ev cûre êrîş rawestin, ji bo parastina ewlehiya herêmê".

Di 7ê Nîsanê de, dronên Tirkiyê firokxaneya Silêmaniyê kir armanc, dema ku fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Amerîkî li wir bûn. Enqerê ew êrîş red kir.

Tirkiyê HSD û pêkhateya wê ya sereke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek baskê PKKê dibîne.

Di Tîrmehê de, êrîşên topan ên ku Tirkiyê pê hat sûcdarkirin, li parkeke li Kurdistana Îraqê xistibû û 9 kesan jiyana xwe ji dest da, ku Enqerê berpirsyariya wê red kir û PKKê pê sûcdar kir.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG