Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Devera Amîdîyê Têne Kuştin


Navçeya Sînorî ya Îraq û Tirkîyê
Navçeya Sînorî ya Îraq û Tirkîyê

Rêvebirê giştî yê ragihandin û huşyarîya niştimanî di wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistan Îraqê de emîd Osman Mihemed Rîşe di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka got ku 5 pêşmergeyên herêma Kurdistanê li devera Amîdîyê hatine kuştin û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne, di encama êrîşeke PKKê de li ser wan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta herêmê Mesrûr Barzanî heduwan jî li ser Twîter ev êrîş şermezar kir û PKKê bi encamdana êrîşê tawanbar kir.

Li dor berferehîyên êrîşê, Osman Mihemed Rîşe got:

“Sibeha îro, hêzeke pêşmerge li çîyayê Metîna li devera Amîdîyê rastî êrîşeke hêzeke PKKê hatin û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûn."

Mihemed Rîşe dibêje ev rewşeke nexwestî ye û wan hez nedikir ku hîç kêşeyek li wê navçeyê bibe.

Wî ji peyamnêrê Dengê Amerîka Ehmed Zêbarî re anî ziman ku "PKK bi berdewamî bûye bend li pêş avakirina wê herêmê û rê li mayîna pêşmergeyan li nav baregehên xwe de, digre."

Ji bo van girjî û alozîyên di navbera PKKê û hêzên pêşmerge de, Dengê Amerîka pêwendî bi peyvdarê KCKê Zagros Hîwa re kir lê çi bersiv nebû.

Tê zanîn ku girjî û alîziyên di navbera partîya Karkerên Kurdustan PKK û artêşa Tirkîyê li herêma Kurdistana Îraqê bûne sedema awarebûna hejmareke mezin ji xelkê navçeyê û ew neçar bûne ku ji gund û navçeyên xwe birevin.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjîya raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Ehmed Zêbarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00


XS
SM
MD
LG