Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsgirêka Derbaskirina Madeyên Hişbir bo Girtîgehên Herêma Kurdistanê


Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kowêstan Mihemed
Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kowêstan Mihemed

Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kowêstan Mihemed dibêje, hinek xizmên girtiyan li Herêma Kurdistana Iraqê hewl didin bi qaçaxî madeyên hişber derbasî girtîgehan bikin. Lê ji bo ku madeyên hişber nekeve girtîgehan tedbîrên tund girtine.

Kwêstan Mihemed ji Dengê Amerîka re got. "Hefteya borî bavekî hewl da ji bo kurê xwe bi qaçaxî madeyên hişber derbasî girtîgeha Silêmaniyê bike, Lê ew hatiye girtin. hinek ji xizmên zîndanîyan jî hewl didin bi qaçaxî madeyên hiber debazî zîndanê biken, herweha çendîn kesên din jî hewlên wesa didin.”

Berî niha hinek ji berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê derbaz kirina madeyên hişber bo girtîgehan piştrast kiribûn û hinek ji xizmên girtiyan jî amaje bi wê yekê kiribûn ku girtiyên wan yê ku di nava zîndanê de ne madeyên hişber di xwen .

Wezîra Karûbarên Civakî dibêje “Dema em hatin, rewşa hinek girtîgehan xirab bû, di warê bi dizî birina jor ya madeyên hişber, telefonên destan û tiştên din yên ku ne hêjayî gotinê ne de. Heta ku lêdan jî digel zîndaniyan dihat kirin, Lê rêveber, hêza cêbecêkar û berpirsên beşan hatin guhertin, me girtî ji hev cuda kirin, me bazirganên madeyên hişber ji bikarhêneran veqetandin, me madeyên giran û sivik ji hev veqetand, me lêdan qedexe kir, me bala xwe da xwendin, nivîsandinê.”

Tevî rijdîya Wezîra Karûbarên Civakî li ser qedexekirina sizakirina girtiyan, lê xizmên hin girtiyên Badînanê ku 3 ji wan heftiya borî hatibûn azadkirin, pêştir tekezî li ser hebûna sizakirina girtiyan kiribûn.

Kwêstan Mihemed got "Ez bi girtiyan re rûniştim. Ji hev cuda bûn û her yek di salonekê de bû. Paşê me ew xistin yek salon. Ewan pirsgirêk di girtina pirtûkan de hebûê. Pergal bi vî rengî ye, xizmên girtiyan nikarin pirtûkan ji girtîyên xwe re bibin, pirtûkan diyarî pirtûkxaneya girtîgehê dikin û girtî dikarin wan biqer werbigrin , lê dikaribûn zêdetir pirtûk hebin."

Pirsgirêkên wan yên din jî hebûn. Min ji wan re got ku hûn wan çareser bikin, lê em wekhev serederîyê ligel girtîgehan dikeyn. Kes hebûne ku endamên partiyek bûye ku birayê min şehîd kiriye Ez pê re rûniştim û pirsgirêkên wî çareser kirin, her kesê qanûnê binpê bike, birayê min be jî divê bê sizakirin.”

Kwêstan Mihemed tekez kir ku lêdan û eşkence li girtîgehên çaksaziyê qedexe ye jiber "Carekê zarokekî giliy li karmendekî civakî kir û ferman dabû zêrevanekî ku wî wî bide . Laşê zarok şîn bû û karmendekî civakî û zêrevan bi tundî hatin siza kirin."

Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê, derbarê rewşa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê û Iraqê de, amaje bi qerebalixiya zêde û rewşa xirab a girtîgehan kir.

Wezîra Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got "Tiştê ku di raporê de tê gotin dibe ku behsa girtin û veguhestinê bike, ne girtîgehên çaksaziyê. Her çend girtîgehên mezinan qerebalix bin jî, girtîgehên çaksaziyê ji bo 990 kesî hatine çêkirin, gelek kes hene, lê me çaksazî xwarina girtiyande kirîye. Me guhertin xwarin, awayê serdana me û her tişt, lê rast e ku girtîgeh qerebalix in û mirov zêde ne.”

Ji ber rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê 10 salin tomarkirina navên kêmendaman û tomarkirina, rawstandina mûçeyê wan. Kwêstan Mihemed got “Komîteya bilind a hikûmetê hatiye avakirin, navê 15 hezar kesan hatiye jêbirin û navê 15 hezar kesên din jî ji bo alîkariyê hatiye tomarkirin.

Herweha wê got “Eger pişkinîn bi dawî hat, emê raportekê pêşkêşî Encûmena Wezîran bikin da ku biryarê bide, ji ber ku ev desthilata encûmenê ye, piştre li ser bingeha nirxandina rewşa aborî dê biryara cemidandina mûçeyên wan bide.

XS
SM
MD
LG