Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weysî Seîd Weysî Behsa Çaksazî û Kêmkirina Gendelîyê li Herêma Kurdistanê Dike


Weysî Seîd Weysî
Weysî Seîd Weysî

Endamekî Lijneya Destpakî ya Parlemana Kurdistana Îraqê aşkere kir ku du raportên qonaxên cîbicîkirina yaseya çaksazî hatine Parlemana Kurdistanê ku “karekî giring û dilxweşker” tê de heye.

Endamê Lijneyê Weysî Seîd Weysî di hevpeyvînekê de li gel dengê Amerîka anî ziman ku ew nêzîk çaverêyî raporeteke sêyem ya çaksazîyê dikin ku were parlemanê û li gor wî rêjeyeke mezin ya dahatê dê vegere xezîneya giştî ya hikûmetê.

Weysî ji peyamnêrê Dengê Amerîka li Hewlêrê Ehmed Zêbarî re got ku “çaksazî di şev û rojekê de nabe ji ber ku tiştên heyî paşmayên çendîn salan in.”

Weysî anî ziman ku “hikûmet rijd e li ser pesendkirina yaseya çaksaziyê û niha jî yase di warê cîbicîkirinê de ye.”

Tê zanîn ku opozostona herêma Kurdistana Îraqê rexneyên tund di derbarê gendeliyê de arastey hikûmetê dike. Rexnegirên hikûmetê doza çaksaziyên bingehîn dikin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Ehmed Zêbarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00


XS
SM
MD
LG