Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Aliyên Siyasî li Hewlêrê Kom Dibin


Piştî kombûnekê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, tevgera goran, yekgirtûyî îslamî, komela îslamî û tevgera îslamî konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Ew dibêjin wan li hev kiriye ku di proseya hilbijartinan de hemî alî pêgirbin bi yasa û pîvanên komisyona hilbijartinan da ku kêmtirîn gilî û têbînî bêne tomarkirin.

Li dor sextekariya di hilbijartinan de, berpirsê bingeha goran li Hewlêr Hêmin Şêxanî dibêje komisyonê ji welatiyan re piştrast kiriye lê li gel vê yeke jî wan têbînî hene ji ber ku di dema borî de sextekarî bûn.

Di konferansa rojnamevanî de berpirsê bingeha tevgera îslamî Kemal Zirarî got ew çar alî bang li xelkê herêma Kurdiatanê dikin ku beşdarî hilbijartinan bin ji bo şandina niwênerên xwe bo parlemanê.

Hêjayî gotinê ye, hilbijartinên xola pêncem a parlemana herêma Kurdistanê roja 30 vê mehê birêve diçin.

Raporta Ehmed Zîbarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG