Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Îraqê Xwe ji Kontrolkirina Sînorên Kurdan re Amade Dikin


Leşkerên Îraqê îro Şemiyê xwe amade dikin ji bo kontrolkirina sînorên navnetewî yên herêma Kurdistana Îraqê.

Ev liv beşeke ji hewlên hikûmeta navendî ya Îraqê ji bo cezakirina Kurdên Îraqê piştî pêkanîna referanduma serxwebûna Herêmê.

Doh Înê, Îraqê dorpêçkirin li ser geştên esmanê yên Herêma Kurdistanê sepand ku di encamê de hemî geştên navnetewî li firokxaneyên Herêmê rawestiyan.

Hêzên Îraqî niha li Tirkiyê û Îranê pêşbîne dest bi kontrolkirina dergehên sînorî yên Herêmê bikin, lê ne pêşbîne derbasî nav Herêmê bin.

Ebdulwehab Barzanî, rêvebirê agahdariyê li dergehê sînorî yê Herêmê li gel Tirkiyê, got hêzên Îraqî cihê xwe li aliyê Tirkiyê yê sînor girtin e.

Wî ji ajansa Associated Press re got,“ta niha wan pêwendî li gel me nekirin e.”

Wî got ew pilan dikin ku xaleka vekolînê derdopra 15 mitran ji wan dûr li aliyê Tirkiyê durist bikin, û hatûçûn pêşbîn e bi awakî normal kar bike.

XS
SM
MD
LG