Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Îraqê Ber Bi Aloziyên Bêhtir De Biçe


Rewşa Îraqê ber bi alozîyên bêhtir de diçe û kêşeyên di navbera aliyan de mezintir dibin, bi taybetî piştî biryara encamdana kombûne sêqolî di navbera Muqteda Sedir, Mesûd Barzanî û Erebên Sunnî de. Hêzên Şîaa fişarên xwe bêhtir kirine.

Di demekê de ku şepêla Sedir û PDK û Erebên Sunnî dizaxin gavên din bavêjin ji bo pêkanîna mezintirîn kutleya parlemanî, fişar li ser wan zêdetir dibin û hêzên Şîaa bi piştgiriya Îranê dixwazin rê li pêş wan gavan bigrin û di vê derbarê de Sedir û hevpeymanên wî huşdariyê didin.

Rêberê şepêla Sedir di derbarê gefên li ser hevpeymanên wî de, peyamek belav kir û tê de ragihand ku”careke din gef li hevpeymanên me tê xwarin. Ez jî ji we re dibêjim bese gefxwarin. Em Welêt venagerînin bo gendelkaran û niştiman nafroşin wan kesên li derveyî sînor.” Wek nîşandan bi welatê Îranê.

Ragihandina serokê şepêla Sedir gelek ciyawazî nebû ji rûdana teqînekê de li bingeha hevpeymaniya Pêşketin bi seroktiya Mihemed Helbûsî li parêzgeha Enbarê.

Wê teqînê hîşt ku Helbûsî bêdengiyê bişkîne û got,” li beramber çekên ku li dijî me bikar tên, me siyaset hilbijartiye lê em ji çekan natirsin û gefan ji kesekî napejirînin.”

Şarezayê ewlekariya niştimanî Hakim Hemdî Gilî bawer dike ku rêkeftina sêqolî di navbera şepêla Sedir û PDK û Erebên Sunnî de ew hewleke ji bo duristkirina lêvegerekê li Îraqê û ji ber vê yekê jî aliyên Şîaa qebûl nakin.

Hakim Hemdî Gilî dûr naxde ku rewşa Îraqê ber bi neseqamgîriyê de biçe û alozî li hin navçeyan derkevin pêş.

Ji bo guhdarîkirina li raporta Dilşad Enwer fayla deng veke

Raporta Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:41 0:00

XS
SM
MD
LG