Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îraqê Dîsa Di Hilbijartina Serokomar De Têk Diçe


Parlemana Îraqê
Parlemana Îraqê

Parlemana Îraqê careke din di komkirina 220 parlemanter de têk çû ji bo hilbijartina serokekî nû ji Îraqê re.

Ji tevahiya 329 parlemanter tenê 202 parlemanter beşdarî daniştina îro bûn û ji ber kêmbûna hejmara yasayî ya parlemanteran daniştin bo roja Çarşemê hate paşxistin.

Her yek ji şepêla Sedir, Erebên Sunnî û Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK), ku wan rêkeftin heye, hewl dan ku 220 parlemanter kom bikin û serokomar hilbijêrin.

Li beramber wan Çarçoweya Hevrêziyê ya Sîaa û Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê(YNK) hewla têkbirina kombûnê da.

Parlemanê lîsteya dawî ya 40 berbijêran ji bo wê postê eşkere kiribû, ku bi giştî postek sembolîk e bo Kurdan hatiye veqetandin.

Di vê pêşbazîyê da Berhem Salih, berbijar û endamê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye, li hember Rêber Ehmed ji Partiya Demokrata Kurdistanê ye (PDK) ya hevrika YNKê.

Kêmbûna du ji sêyên civata 329 endaman û kêşeyên yasayî dengdan asteng kirin, û nezelaliya siyasî ya Iraqê kûrtir kiriye.

Piştî hilbijartina serokomar, divêt ew serokwezîrekî destnîşan bike, ku divêt grûpa herî mezin ya parlemanê piştgirîya wî bike.

Di 13ê Şubatê de, dadgeha bilind ya Iraqê berbijarîya serokomariyê ya siyasetmedarê dêrîn Hoşyar Zêbarî ku PDKê piştgirîya wî dikir red kiribû, piştî ku gilîyek li dijî wî hatibû kirin ji ber tawanên gendeliyê yên salên dirêj û nehatine darizandin.

Ji bo guhdarîkirina li raporta Dişad Enwer vê fayla jêr veke

Raporta Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

Ji bo guhdarîkirina li raporta Ehmed Zêbarî vê fayla jêr veke

Raporta Ehmed Zêbarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:12 0:00

XS
SM
MD
LG