Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Serketina Sinn Fein, Îrlandaya Bakur Di Nav Dubendîyê Da Ye


Rêberên nakok yên Îrlandaya Bakur roja Yekşemê rastî giwaşan hatin ku di hikûmeteke nû de bibin yek piştî ku partiya cûdaxwaz ya Îrlandayê Sinn Feinê serkeftineke nedîtî ya hilbijartinê bi dest xist.

Sinn Fein ku demekê baskê siyasî yê şoreşkerên Artêşa Komarî ya Îrlandayê IRA bû, têra xwe kursî di parlementoyê da bi dest xistin ku serokê xwe yê Îrlandaya Bakur Michelle O'Neill wekî wezîra yekem destnîşan bike.

Encama hilbijartina roja Pêncşemê ji bo ciwata Stormont veguheztinek pêkan ya xurt nîşan dide, piştî sedsalekê ku Îrlandaya Bakur di bin serweriya Brîtanyayê da wekî herêmek Protestan hate damezrandin.

O'Neill got ku encam "serdemek nû" ji bo welatê parçekirî dest pê dike, û Sinn Feinê jî got ku ew dixwaze di nav pênc salan de referandumekê li ser yekbûna Îrlandayê pêk bîne.

Lê tenê hikûmeta Brîtanyayê dikare destûra referandumê bide, û Wezîrê Dadê Dominic Raab destnîşan kir ku ji sedî 58 dengdaran piştgirî dane partiyên pabendê yekîtiya Brîtanyayê anjî statukoya destûra bingehîn.

Wî gote Sky Newsê xelkê Îrlandaya Bakur hemî "aramîyê" dixwazin, , û daxwaz kir ku Yekîtiya Ewropayê guhertinên rênmayên bazirganiyê yên piştî Brexitê qebûl bibe ku bo sendîkayên alîgirê Brîtanyayê bûye sedema nerazîbûnê/nefretê.

Raabî got "Ez bêjim ku bi heman rengî zelal e ku aramî di metirsî û xeterîyê da ye ji ber pirsgirêkên Protokola Îrlandaya Bakur".

Di heman demê de ser navê hukûmeta Brîtanyayê jî, wî got, "Em dixwazin ku li Belfastê rêveberiyek bihêt damezrandin" ku "partî pêkbihên û bi wî rengî aramiyê bo xelkî dabîn bikin.

Hikûmetên Îrlandayê û ya Amerîkayê jî her wiha ji rêberên Îrlandaya Bakur daxwaz kirin ku rêveberiyek nû ya parvekirina desthilatê ava bikin, li gorî peymana aştiyê ya sala 1998 ku dawî li xwînrijandina sih salan înabû.

XS
SM
MD
LG