Wezareta derve ya Amerîka îro Sêşemê ragihand ku Wezareta Xezîneya Amerîkî ser jimareke aktorên nû toleyan radigihîne, yên ku şandina kelûpelan û kiryarên darayî jibo berjewendîya Hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî-Quds (Pasdaran-QF), Hûsîyan û Hîzbullahê hêsan dikin.
Wezareta Xezîneya Amerîka jî bi daxuyanîyeke cuda eşkere kir Ofîsa Kontrola Samanên Biyanî (OFAC) ya wê dijî şeş sazî, yek kes û du tankeran toleyan ragihîne, ku li Lîberya, Hindistan, Vîetnam, Lubnan, û Kuweytê bi bingeh in yan qeydkirî ne.
Xezîneya Amerîka ragihand ku ev aktorana jibo Pasdaran-QF Hûsîyan û Hizbullahê beşdarî kiryarên hêsankirina şandina kelûpelan û yên darayî dibin.
Wezaretê destnîşan kirin ku ev biryara nû ya toleyan, ji Rêbendana 2023’an ve dora şeşa ya toleyên Amerîka ye; ku tora darayî yê Hûsî Saîd el-Cemal ya bingeh li Îranê ye, armanc dike.
“Gaveke din di kempanyeke hevgirtî de jibo têkbirina darayî ya Pasdaran-QF û piştgirîya wê ya bo komên terorîst yên wekî Hûsiyan, nîşan dide,” wezaretê got.
Xezîneya Amerîka bal kişand ku biryara toleyên îro li gor fermana 13224 ya wezaretê tê wergirtin, ya ku di 10’ê Hezîrana 2021ê de hat guherandin û Saîd el-Cemal kir nava lîsteya toleyan, jiber alîkarîya cûrbecûr ya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) –QF.
Li gor biryara îro, Xezîneya Amerîka dest danîye ser tevahîya mal û milkên kes û sazîyên ku siza li ser wan hatine danîn yên li Amerîka ne yan di kontrola welatîyên Amerîkî de ne.
“Herwiha, Xezîneya dest di ser her sazîyên ku rasterast yan nerasterast, şexşî yan bi giştî, ji sedî 50 yan jî zêdetir ku kesên tolekirî xwedîyê wan in. Hevdem OFAC… bi wan re hemû kiryarên darayî jî qedexe dike, “ Xezîneyê got.
Xezîneya Amerîka hişyarî da ku saziyên darayî û kesên bi sazî û kesayetên hatine tolekirin re tevdigerin jî wê ribûrûyê toleyan yan pîvanên qanûnî bimînin.
Wezareta derve ya Amerîka jî bang li civaka navneteweyî ya deryayî kir jibo pêşîgirtina li binpêkirinên komên terorîst yên mîna Pasdaran-QF, Hûsî û Hîzbullah gavên din bavêje, ku bazarên enerjîyê yên cîhanî asteng dikin.
“Jibo armanckirina wan kesên ku bo berjewendîya komên terrorist barên neqanûnî vedugestînin, êmê karanîna amûrên di destê xwe de bidomînin, “wezaretê got.
Jêder: Wezareta derve ya Amerîka, Wezareta Xezîneya Amerîka