Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îranê Bingehên Partîyên Kurdî li Herêma Kurdistana Îraqê Dike Armanc


Dîmenek ji endamên Pasdaran yên Îranê. (Wêne: arşîv)
Dîmenek ji endamên Pasdaran yên Îranê. (Wêne: arşîv)

Artêşa Îranê îro Duşemê bi pêleke dron û topbarankirinê êrîş bir ser bingehên partîyên Kurdên Îranê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimînin.

Ajansa Tasnim ya nîvfermî ragihand ku hêzên Pasdaran bingeh û kampên rahênanê yên rêxistinên Kurdî li bakurê Îraqê kirin armanc.

Ev cara duyemîn e di nav çend rojan de ku êrîşeke wisa ji alîyê artêşa Îranê ve pêk tê, li vê dema ku xwepêşandan li seranserê Îranê dijî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî diqewimin.

Êrîşa pêşî jî roja Şemîyê pêk hatibû.

Li gor ajansa Tasnimê, êrîşên Pasdaran bersiv bû hember piştgiîya ku mîlîtanên Kurd didin xwepêşandanên li nav Îranê û herwiha hewildanên wan yên derbazkirina çekan bi awayekî qaçaxî.

Sala borî jî Pasdaran êrîşên wisa li dijî grûpên Kurd yên Îranî ku bingeha wan li Herêma Kurdistanê ne pêk anîbûn.

Hikûmeta Îraqê demûdest ti şîrove derbarê êrîşên vê dawîyê ji alîyê Îranê ve nedaye.

XS
SM
MD
LG