Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump ji Sedema Bahoza Irma Rewşa Awarte li Giravên Virginia Û Florida Radigehîne


Irma
Irma

Serokê Amerîka Donald Trump ji sedema bahoza Irma giravên eyaletên Virgin û Florida weke herêmên rewşa awarte ragihand in.

Piştî bahoza Harvey hefteya bûrî bajarê Houston jêr av kir, êvariya roja Sêşemê bahoza metrisîdar Irma, ji ava deryayê giha peravên Florida û ber bi bakur ve tê.

Pisporên rewşa bahozan didin zanîn ku, dibe Irma "gelek metrisdar û wêrankar be", niha giravên Karîbiya û Florida ketine di riya wê bahozê de, leza bayê bahoza Irma 297 kîlometir di seatekê de ye, ev jî leza herî zêdeye hatiye tomar kirin di bahozên oqyanosa Atlentîk de.

Niha komara Domonican, Puerto Rico û girava Virgin ya Brîtanî keftiye ber rêbaza bahozê, serok Trump her ji niha de, herêmên weke Puerto Rico û giravên Virgin û Florida weke herêmên rewşa awarte ragihandine, Trump bang li saziya fedral ya rewşa awarte kiriye ku, xwe jibo rewşa xerab û bandora bahozê amade bikin.

Pisporekê bahozan gotiye ajansa AP dibe ku, girava Leeward bi temamî wêran bibe, herwiha giravên Antigua, Barbuda, Montserrat û Guadeloupe, Çarşemê dikevin ber xezeba bahoza Irma.

Pisporên bahozan herwiha dan zanîn jiber ku, îsal ava derya û Oqyanosan germe, lewma leza bahozan zêdetir bûye.

XS
SM
MD
LG