Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroveya Irma Ber bi Florida ya Amerîka Nêzîk Dibe


Barova Irma, piştî ku 19 kes li Kuba û Bahamayan kuştin û zîyaneke mezin gîhand welatên Karayîban, vê gavê ber bi eyaleta Florida ya Amerîka ve nêzîk dibe.

Irma îro dora 724 km li başûrê rojavayê Miami ya Florida nêzîk bû, piştî ku li beravên bakur yên Komara Domînîk û Haîtî xist û zîyan da Giravên Turks û Caicos

Navenda Baroveya Netewî (NHC) ragihand ku asta baroveya “pir gelek xeter” ji Kategorî 5 ber Kategorîya 4 hate nizim kirin, lê dîsa jî îro Înê di demjimêrekê de 240 km ba bi xwe re tîna.

Li bajarê Miami, bi hezaran kes li pêş firoşgeh û benzînxaneyan kom bûn ku pêdivîyên bingehîn yên wek av, nan û herwiha bo otomobîlên xwe benzîn peyda bikin.

Medya xwecîhî ragihand ku li bajarê Palm Beach jî xanîyê taybet yê Serok Trump jî hate vala kirin.

Li eyaleta Georgia, li deverên ber Okqanusa Atlantîk jî heta roja Şemîyê fermana valakirina xanîyan hate dayîn.

Baroveya Irma di vê demê de tê ku hefteya borî jî Bahoza Harvey li Teksasê dabû û dora 60 kes kuştibûn.

Di encama Harvey de, herwiha zararên bi buhayê 180 mîlyar dolaran li Teksas û Louisiana qewimbûn.

XS
SM
MD
LG