Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Hizbulah Êrîşên Dijî Husîyan Şermezar Dikin


Îranê, êrîşên esmanî yên Amerîka û Brîtanya yên dijî Husîyan şermezar kir.

Wezarete Derve ya Îranê ragihand ku Amerîka û Brîtanya bi êrîşan bi awayekî eşkere serwerî û yekîtîya axa Yemenê binpê kirine.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dîyar kir ku êrîşên Amerîka û Brîtanya girjîya li herêmê gur dikin û zararê didin îstiqrarê.

Hizbulaha Lubnanê ya bi piştgirîya Îranê jî êrîşên esmanî yên Amerîka û Brîtanya şermezar kir.

Wê rêxistinê dîyar kir ku Amerîka bi êrîşên xwe nîşan daye ku ew li seranserê herêmê şirîka trajedî û komkujîyan e.

Berdevkê Leşkerî yê Husîyan Yahya Saree dîyar kir ku Amerîka û Brîtanya 73 êrîş li dar xistine.

Saree da zanîn ku di êrîşan de 5 endamên wan hatine kuştin û 6 endamên din jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG