Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran jiber Xwepêşandanên li Îraqê 2 Derîyên Sînorî Dadixe


Karbidestên Îranî ragihand ku du derîyên sînorî yên bi Îraqê re, ku yek ji wan ji hêla bi hezaran zîyaretvanên Şîa ve tê xebitandin, jiber xwepêşandanên berdewam yên nerazîbûnê hatine daxistin.

Di xwepêşandanên dijî hikûmeta Îraqê de gelek tundî û tûjî derketine û hatiye ragihandin ku heta niha herî kêm 18 kes hatine kuştin.

Fermandarê hêzên sînorî yên Îranî General Qasim Rizayî got ku derbazgehên Xosrevî û Çazabeh ji derengîya Çarşemê vir ve hatine girtin.

Wî dîyar kir ku derîyê Xosrevî daxistî ye, lê derbazfgehên din jibo hatin, çûna zîyaretvanên Şîa vekirî ne.

Wezîrê Navxweyî yê Îranê Abdulriza Rahmanî Fazli got ku pêşbînî hebû ku 3 mîlyon Îranî jibo îbedeta salane derbazî bajarê Kerbela bibin û şîna îmam Huseyîn bigirin.

XS
SM
MD
LG