Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hasîp Kaplan Êrîşa Esmanî ya Şirnexê Dinîrxîne


Termên gundîyên Kurd

Di êrîşên firokên F16 yên Tirkîyê de, 35 kes li gundê Ortasu ya Qilaban (Uludere) ya bajarê Şirnexê hatine kuştin.

Hate ragihandin ku kesên kuştî, xortên gundî ne ku ji Kurdistana Îraqê tiştên wek şekir, çay û neft tînan Tirkîyê.

Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, parlamanterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê bajarê Şirnêxê, Hasîp Kaplan ku vê gavê li Şirnêxê ye, êrîşa Qilabanê dinirxîne.

Birêz Kaplan dibêje, gundîyên sîvîl yên bê çek ji alîyê firokên artêşê ve têne kuştin û heta niha hikûmet bê deng e. Li welatekî demokratîk pêdivî bû wezîrê navxweyî ji karê xwe bihata dûr xistin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

XS
SM
MD
LG