Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avûqatê Qûrbanîyên Erîşa li Şirnexê Alî Bayram, Derbarê Bûyerê Dipeyîve


Darbestên qûrbanîyan bi merasîmeke girseyî têne binax kirin.

Piştî ku firokên ceng yên Tirkîyê, li Qilaban (Uludere) ya bajarê Şirnexê 35 gundîyên Kurd kuştin, nerazîbûnên Kurdan jî bilind dibin. Tê ragihandin, li gelek bajarên nav û dervayê welat gelek xwepêşandan têne kirin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, awûqatê qûrbanîyên êrîşa esmanî, Alî Bayram agahîyên berfireh dide.

Birêz Bayram dibêje, ew 35 xort bi awayekî hovane hatine kuştin û termên wan perçe perçe bûne. Dê û bavên wan ji kinc û libasên wan ew nas kirine.

Alî Bayram her wiha dibêje, divê hikûmet were cîhê bûyerê û bi çavê xwe bibîne, birastî li herêmê çi qewimîye.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

Her wiha dikarin bi lînka "Lînkên Peywendar Vîdyo" ya jêrîn çend dîmenên ji binaxkirina qûrbanîyan temaşe bikin.

XS
SM
MD
LG