Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siberoja Petrola Herêma Kurdistanê Wê Çawa Be?


Qada Teq Teq ya neftê li nêzî Hewlêrê
Qada Teq Teq ya neftê li nêzî Hewlêrê

Ajansa Reuters ragihand ku hilberîna neftê li Herêma Kurdistanê piştî sekinandina şandina petrolê ya bi rêya Tirkîyê di bin xeterî de ye û kompanîyên ku li bakurê Kerkûkê dixebitin, neçar mane ku nefta xav veguhezînin embaran û kanîna depokirina wan jî kêm e.

Îraq neçar ma ku rojane 450 hezar bermîlên nefta xav ya Herêma Kurdistanê bi rêya borîya şandina petrolê ji bîrên petrolê li bakurê Kerkûkê ber bi bendera Tirkîyê ve rawestîne.

Tirkîyê jî petrola xav ya Îraqê ji borîya petrolê sekinand, piştî ku Îraq di doza dadgeha lihevkirinê de bi ser ketibû. Dadgehê gotibû ku Tirkîyê peymana hevbeş binpê kiriye û rê daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bê razîbûna Bexdayê petrolê bişîne bendera Ceyhanê.

Kompanîyên neftê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin di rewşeke nezelal de ne jiber ku ew li benda encamên danûstandinên berdewam yên navbera Enqere, Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne ku rêyekê bo jinûve destpêkirina şandinê were dîtin.

Kompanîya Gulf Keystone Petroleum, ku 55,000 bermîlên rojane ji zevîya Şêxan derdixe, bi daxuyanîyekê got ku kargehên wê xwedîyê kapasîteya depokirinê dihêle ku hilberandin bi rêjeyên kêmkirî, di çend rojan de bidomîne û dû re jî hilberînê bi tevahî rawestîne.

Kompanîya DNO û Genel Energy ku li herêmê jî dixebitin, dîyar kirin ku ew niha neftê jibo çend rojan li embaran xwêy kin.

Her du kompanya li zevîyên Tewqe û Pêşxabûr xwedî par in, ku par rojane 107,000 bermîl berhem anîbûn.

Genel Energy xwedîyê hin parên li qadên Teq Teq û Sarta ye û li gor encamên salane yên şîrketê, par li qada yekê rojane 4 hezar û 500 bermîl û li ya duyê jî rojane 4 hezar û 710 bermîl derxistine.

Jêderekî haydar ji kargeha petrolê ya Xurmala ji Reutersê re ragihand ku hilberîna petrolê ji alîyê Kompanîya Kar Xebatê ya Kurdî ve tê meşandin, ji rewşa dawî bandor nebûy û rojane 135,000 bermîl tê derxistin û ew li tankan tên civandin.

Kompanîya din ya derxstina petrolê, Shamaran Petroleum jî ragihand ku ew bi kompanîyên din yên li Herêma Kurdistanê re di nava peywendîyeke nêzîk de ye û ji nêzîk ve çavdêrîya rewşê dike.

XS
SM
MD
LG