Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsrael Gefên Wêrankirina Hizbulla Dike


Serok wezirê Îsraelê dibêje, ew dê êrîşeka wêranker dijî Hizbullah ya Libnanê pêk bine eger êrîşek biser Îsraelê bike.

Benjamin Netanyahu di bersiva daxyanîyeka rêberê Hizbulla Hesen Nesrulla gef li çekdaên libnanê kirin.

Di hevpeyvina roja Înê hatibû weşandin, Nesrulla gotibû, hizbullah gelek bihêz tire ji sala 2006ê û şiyan hene her cihekê dinav Îsraelê da bike armanc.

Nesrulla behsî listeka armancan dinav Îsreaelê dikir û got bi her aliyekê ve hêzên me qayim tire.

Lidema kombona Hikumeta Îsraelê Netanyahu got, eger hezbulla her êrîşekê dijî me bike, em wê êrîşên wêranker dijî Libnan û hizbulla bikin û dê wêran bikin.

XS
SM
MD
LG