Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Firokxaneya Şamê Ji Aliyê Îsraîlê Ve Hatiye Armanckirin


Firokxaneya Şamê ya Navnetewî
Firokxaneya Şamê ya Navnetewî

Êrîşên esmanî yên Îsraîlî roja Yekşemê balefirgeha Şamê kir armanc, û geştên wê hatin neçarkirin ku ber bi cîhekî din ve bên veguhestin, li gor çavdêriya Sûrî û rojnameyeke alîgira hikûmeta Sûrîyê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku êrîşên esmanî yên Îsraîlî balefirgeha navdewletî ya Şamê kirine armanc. Ti daxuyanî ji aliyê hêzên berevaniyê yên Îsraîlê ve nehat dayîn.

Rojnameya El Watan got, seferên ku hatibûn plankirin derbasî Şamê bibin ber bi Laziqiyê û Helebê ve hatin veguhestin.

Îsraîl bi salan e êrîşan li dijî armancên ku weke armancên girêdayî Îranê li Sûriyê tîne ziman, wek firokexaneyên Heleb û Şamê pêk tîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG