Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê di Nava 2 Salan de 102 Girtî li Zindanan Mirin


Zindana Alîaxa li Îzmîrê
Zindana Alîaxa li Îzmîrê

Li Tirkîyê di Nava 2 Salan de 102 Girtî Mirin

Li gor raporên Komala Mafên Mirovan (IHD) ji serê sala 2020’an heya niha 102 girtî li zîndanên Tirkîyê canê xwe ji dest dane. Heman jêder dîyar ku hin jî 604 jê giran 1605 girtîyên nexweş li zîndanan tên girtin.

Parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan Işik ev mijare bi rêya Meclîsa Tirkîyê ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî. Wê ji Bozdag pirsî, gelo ew bo pêşî girtina mirinan çî dikin?

Parlamanter Işik got ku niha li zîndanên Tirkîyê jiber kapasîteya zêde, pêvajoyên darizandinê yên demdirêj û girtinên neheq gelek binpê kirinên mafên mirovan pêk tê.

“Niha li zîndanan bi 100 hezaran girtî di nava şert û mercên xirab de ne û ev yêk jî dibe sedema binpêkirina qanûnên neteweyî û navnetewî. Herwiha rûmeta mirovahîyê jî tê binpê kirin.”

Işik dibêje ku sedema pirsgirêkên li zîndanan jiber polîtîkayên tecrîdê yên hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye.

Wê hişyarî da ku niha ne tenê nexweş hemî girtîyên li zîndanan di nava mercên xirab de ne.

“Divê nexweşên giran bi lêzûbezî werin berdan û mercên girtîyên din jî li gor qanûna bingehîn werin baştir kirin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku heta hazirkirina vê raportê ji alîyê Wezareta Dadê ya Tirkîyê ve tî bersîv ji Işik re nehatibû dayîn.

AA_03_11_22_Mirina_Girtîyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00
XS
SM
MD
LG