Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Kuştina Endamê Xwe yê Almanî Denis Cuspert Radigihîne


Denis Cuspert
Denis Cuspert

Gurûpa Dewleta Îslamî Daiş kuştina endamê xwe yê Almanî Denis Cuspert ragihand ku dest ji dengbêjiyê berda û bi navê Deso Dogg tevlî gurûpê bû li Sûriyê.

Gurûp dibêje Cusper roja Çarşemê di êrîşekê de li Sûriyê hate kuştin.

Wê îro Şemiyê nûçeya kuştina wî li ser malpereka girêdayî gurûpê belav kir.

Cuspert, ku di sala 2006an de serdana Amerîka kiribû, bi dengê xwe sirûdek ji çekdarên Daiş re tomar kiribû û li ser Internêtê belav bûbû.

Hikûmeta Amerîkî ew wek “terorîstekî cîhanî” binav kiribû.

Pêntagon di sala 2015an de gotibû Cuspert di êrîşeka esmanî de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG