Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Peyvdarê DAIŞê Dibêje HTŞ Rêberê Wan Kuştîye Ne Tirkiyê


Çekdarekî DAIŞê
Çekdarekî DAIŞê

DUBAI- Komela Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê roja Pêncşemê kuştina rêberê xwe Ebû Huseyn El Huseynî El Qureişî piştrast kir.

Peyvdarê rêxistinê di tomareke ku dema wê nayê zanîn de li ser kanala xwe ya Telegramêde weşand û got ku Ebû Hafs El Haşimî El Qureişî wek cîgirê wî hat destnîşan kirin.

Xuya bû ku ev yekem ragihandina fermî ya grûpa çekdar e li ser çarenivîsa wî ji dema ku serokê Tirkiyê Tayyîp Erdogan di meha Nîsanê de got ku hêzên îstixbarata Tirkiyê ew li Sûriyê kuştiye.

Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) her doh pêncşemê ragihandbû ku DAIŞê îdîaya ku hêzên taybet yên Tirkiyê ew li Sûriyê kuştîye nerast derxist, SORH dibêje "Berdevkê fermî yê “rêxistinê” daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê kuştina wî li ser destê hêzên taybet yên Tirkiyê red kir.

Peyvdarê DAIŞê herwiha dibêje "Heyet Tehrîr El-Şam'ê serokê rêxistinê Ebû El Husên Qureişî kuşt û radestî Tirkiyê kir, herwiha peyvdarê rêxistinê Ebû Omer El-Muhacir û kesên din jî di operasyoneke ewlekarî de li gundewarnê Îdlibê hatbûn girtin."

Rêxistinê derbarê serokê nû de tu hûrgilî nedan, niha tenê bermayên DAIŞê mane, ku wê rêxistinê berê sêyeka Îraq û Sûrîyê kontor kirbû.

DAIŞê di sala 2014an de gihîşt lûtkeya xwe dema ku Ebûbekir El Bexdadî rêbertî dikir û weke Xelîfê Komela Dewleta Îslamî ragihand bû.

Lê ew rêxistin ji aliyê Îraq û Sûriyê û dijberan bi alîkariya hevpeymaniya Navnetewî ya bi pêşengiya Amerîka ew rêxistin hat têkbirin, û xelîfê DAIŞê, El Bexdadî di operasyonek leşkerî ya bi pêşengiya Amerîka de li Sûriyê di sala 2019 de hate kuştin.

Ebû Huseyn El Huseynî El Qureişî di Mijdara 2022an de piştî ku rêberê berî wî hat kuştin, ew jî li Sûriyê bû desthilatdar.

Çekdarên Dewleta Îslamî êrîşên xwe li Sûrî û Îraqê berdewam dikin. Bi hezaran çekdar û alîgirên wê yên mayî di van salên dawî de bi piranî li deverên dûr yên her du welatan xwe veşartibûn, her çend ew hîn jî dikarin êrîşên lêdan û birevin pêk bînin.

Koalîsyona bi pêşengiya Amerîka, ligel hevbendiyeke bi pêşengiya Kurdan ku bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê naskirin, hîn jî êrîşan li dijî Dewleta Îslamî li Sûriyê pêk tîne.

XS
SM
MD
LG