Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalisyona Navnetewî bi Wergirtina Pencemoran Çekdarên Daiş Dişopîne


Di demekê de ku hêzên Sûriya Demukrat HSD êrîşa xwe ya dawî li dijî Daişê kir li bajarê Reqayê, ew rastî problemekê hatin.

Ne tenê çekdarên ku hatine girtin û dorpêçkirin an xwe radestî HSDê kirin e, lê ew rastî jimareka mezin a Sûriyan bûn ku bi rengekî ji rengan li gel gurûpa terorîst kar kirin.

Li dawiyê, HSDê hîşt jimareka wan ji bajêr derkevin.

Komandarê firqeya taybet a hêzên operasyonên hevbeş general James Jarrard di vê derbarê de got:

“Encûmena sivîl li bajêr guh da serkirdeyên êlî û fişar da ser HSDê ku bihêlin ew biçin.”

Lê berpirsên koalisyonê di vê derbarê de xeman naxun û piştrast dikin ku ev yek çi pirsgirêkan dernaxe holê.

Li gor Jarrard, gelek kesên dorpêçkirî ku rûniştvanên xwecihî bûn xwe radestî serkirdeyên xwe yên êlan kirin… serkirdeyên HSDê hest dikin ku serkirdeyên êlan dê piştrast bikin ku ew kesana di bin kontrola wan de ne.”

Lê her hal gelekî girînge ku pîvanên din ên parastinê hebin.

Jarrard dibêje:

“tiştê me li gel HSDê kirî ewe ku me pencemorên van kesan birin da em karibin di siberojê de wan bişopînin.”

Komkirina pencemorên van kesên ku li gel Daiş kar kirbû li Reqayê tenê beşekî biçûke ji hewlên gelekî berferh ku herêmên din ên Daiş vedihewîne.

Armanc ji van hewlan ewe piştrastkirina ku kesên girêdayî Daiş êdî nikaribin çi riyan bibînin ji bo pêkanîna kiryarên terorîst li Îraq û Sûriyê û her wiha li welatên Rojava.

Komkirina agahiyan, ji bilî pencemoran, gelek biwarên din vedihewîne, di nav de jî wêne, nimîneyên DNA û têstkirina çavan.

Ev kar ne tenê li Sûriyê dibe. Hêzên Îraqî û hêzên Pêşmegre beşdarin di komkirina van agahiyan de li dor çekdarên Daiş an her kesekî kar li gel wan kiribû.

XS
SM
MD
LG