Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Amerîkî Daxwaza Berdana Hekirê DAIŞ'ê Ferizi Red Kir


Dadwerekî Amerîkî daxwaza azadkirina hekirê anku êrîşvanê înternetî Ardit Ferizi qebûl nekir. Ferizi ku zanyarîyên şexsî yên ji zêdêtir 1,300 karbidestên leşkerîyê û hîkûmeta Amerîkî dabû DAIŞ'ê, wê li girtîgeha fedarîlî girtî bimîne.

Ferizi yê 24 salî ku eslê wî ji Kosova ye, 20 sal cezayê zindanê biribûan hatîye birin. Ew dibe mirovê yekê ku li Amerîkayê de bi tawana hekirê û terorî tê tawanbar kirin.

Ferizi niha li zîndanê Lewisburg ya eyalata Pennsylvania girtîye û ger ew rewşêke başt nîşan bide.dibe ku disala 2032'an de were berdan,

Ferizi ji dadverekê li bajarê Alexandria daxwaz kirîbû ku wî azad bike. Wî di daxwaznamêyê de ku ji zîndanê nivîsîbû dibeje ku nexweşîya astim û qelewbûyîna wî rîska girtina COVID-19ê zêdetir dike.

Wî herwiha got ku jiber sinorkirinên taybet yên girtîgêhê, ew mecbûr e ku her du saetan carek karbidesten zîndanê agahdar bike ku ew ji rîska girtina vîrûsê zêdê dike.

Dozger diji azadkirina wî derketin û dadwer Leonie Brinkema jî roja Seşêmê di rûniştinekê de daxwaza wî red kir, bi sedema ku ger ew were berdan, ew dikarê kiryarên xwe yên hekiriyê berdevam bike.

XS
SM
MD
LG