Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Duşemê berpirsîya êrîşeke li Kabulê girt ser xwe.
DAIŞ'ê dîyar kir ku di êrîşa do Yekşemê de 20 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.
Rêvebirîya Talîbanê ragihand ku peqîn li derveyî firîngeh leşkerî ya li Kabulê çêbûye û di encamê de jimareke mirov hatine kuştin.
Rêvebirîya Talîbanê bi berdewamî dîyar kir ku hejmara kuştîyan ya Talîbanê ne rast e û ewê hejmara rastîn ya kuştîyan ragihînin.
Di rojên borî de DAIŞ'ê berpirsîya hin êrîşên din girtibûn ser xwe ku di yekê de karsazên Çînî û di yeke din de jî balyozê Pakistanê bûbûn armanc.