Zêrevanekî ewlekarî yê Pakistanî roja Înê di êrîşekê de li ser balyozxaneya Pakistanê li Kabulê bi fîşekekê birîndar bû, li gorî Îslamabad dibêje hewleke kuştinê bû li dij balyozê wan li Kabul, lê di encama êrîşê de tiştej bi balyoz nehatiye û bê ziyane.
Reuterê li gorî daxuyaniya ofîsa derve ya Pakistanê ragihandî ku DAIŞ xwe berpirs ji wê êrîşê ragihandî ye û got ku êrîş ji aliyê du çekdaran ve hat pêkahatîye"bi çekên asayî yên nîşan şkên bi wan re bûn" ku balyozê Pakistanî û pasewanên wî yên ku wê demê li avahiya balyozxaneyê bûn kirin armanc.
Karbidestên Talîbanê got ku ew li ser êrîşê lêkolîn dikin piştî ku hat zanîn ku teqeya li balyozxane hatî kirin, ji avahiyek cîran hatiye. Polîs dibêje, wan gumanbarek desteser kirîye û çek hatine desteserkirin.
DAIŞê got ku di êrîşê de herî kêm cerdevanek birîndar bû û avahî jî zirar dît.
Ofîsa wezareta derve ya Pakistanê got ku wan raport dîtine ku DAIŞê berpirsatiya êrîşê girtîye ser xwe.
Ofîsê di daxuyaniyekê de got, "Em bi awayekî serbixwe rastiya van raporan bi şêwirîna bi rayedarên Afganî re piştrast dikin." Wî got ku ev êrîş bibîranîna metirsiya çalakiya mîlîtanan li herêmê bû.
Daxuyaniya Ofîsa derve ya Pakistanê dîsan got "Divê em bi biryar bi hemû hêza xwe kar bikin da ku vê metirsiyê ji holê rakin."