Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyekî DAIŞê li Kerkuk Hat Kuştin


Ebo Hezîfe Serkirdê Daiş li Hewêce
Ebo Hezîfe Serkirdê Daiş li Hewêce

Saziya dijî-terorê ya girêdayî Asayişa herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku, serkirdekê çekdarên Daiş yê di astek bilind de li Hewêce ya nizîk bajarê kerkukê hat kuştin.

Berpireskî ewlekariya bajarê kerkuk roja Duşemê ragihand ku, ew berpirsên Daişê yên li Hewêce dimînin, piraniya wan serkirdên di astek bilind de ne, ew baş hatine rahênankirin û pisporiyek baş di karên xerabkariyê û çalakiyên terorî de hene, herwila ew berpirs dibêje xelik zur li Hewêce hene hevkariyê li gel saziyên ewlewekariya kerkukê û hevpeymanan dikin, jibo armanc girtina berpirsên Daişê li wê herêmê.

Serkirdeyê Daiş yê hatî kuştin navê wî Ehmed Ebdullah yê ku bi navê (Ebo Hezîfe) tê naskirin, ew berpirsê eniya Dobiz ya çekdarên Daiş bû, ew berpirse ji hemû êrîşên xwekujî yên li sinorên kerkuk pêktên.

Lîwa Mohamed Qadir berpirsê Daquq yê hêzên pêşmergên Kurdistan li başurê Kerkuk jibo Dengê Amerîka da zanîn ku, ew berpirsên DAIŞ yên wan herêman tên aramnc girtin, pir xeter in, Qadir dibêje kesên weke Mela Şiwan ku, kurdekî berpis yê pir metrisîdar bû di nava Daişê de li dewrûberên kerkuk hat bû kuştin, niha bi riya pêzanînên giring û bi riya êrîşên esmanî yên hevbpeymana Ebo Hezîfe û berpirsên din yên DAIŞê dibin armanc û tên kuştin.

XS
SM
MD
LG