Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş 96 ji Sedî ji Navçeyan Ji Dest Dide


Bi têkçûnên vê dawiyê re, gurûpa Dewleta Îslamî bêhtirî 96 ji sedî ji wan navçeyên di bin destê wê de niha li Îraq û Sûriyê ji dest dane, û armanca wê ya sazkirina “xîlafeta” îslamî têk çû.

Doh Înê artêşa serokê Sûriyê Beşar Esed dorpêçkirina bajarê Dêrazorê ragihand, di demekê de ku serokwezîrê Îraqê Heyder el-Ebadî serkeftin li bajarê Qaim ê ser sînor ragihand.

Şanderê Amerîka bo şerê dijî Daişê Brett McGurk roja pêncşemê got gurûp niha rastî nemanê tê li gel têkçûnên li rojavayê Îraqê û nêzîkî 96 ji sedê ji navçeyan.

Demekê berê McGurk gotibû 6.6 milyon kes hatine rizgarkirin di demekê de ku gurûpê 90 hezar kîlometrên çargoşe ji dest dan sala borî.

Bajarê Bokemal ê Sûrî navenda herî dawî ya gurûpê ye, ku çekdarên wê niha li gundên Sînorî yên navbera Îraq û Sûriyê belav dibin.

Li Îraqê, Daiş hin şaneyên biçûk mane li parêzgehên Enbar û Selahidîn û her wiha li Nînewa, cihên ku hikûmeta navendî bo salan kontrol nemabû.

XS
SM
MD
LG