Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê Doza Dadgeheke Navnetewî ji bo Girtiyên Daişê Dike


Hêzên Sûriya Demokrat HSDê daxwaza dadgeheke navnetewî kir ji bo dadgehkirina bi sedan çekdarên biyanî yên Daişê ku di helmeta 5 salan a navnetewî de hatine girtin.

Rêveberiya xweser a Kurdên Sûriyê îro Duşemê got pêwîstî bi dadgeheke wiha heye ji pêkanîna dadweriyê.

Banga rêveberiyê tê di demekê de ku gelek welatan red kir welatiyên xwe yên Daişê wergirin.

HSDê bêhtirî 1,000 çekdarên Daişê girtine ku di nav wan de gelek ji welatên Rojava ne.

HSDê ji sala 2014an ve şerê Daişê dike û wan herêmên berferh ji bin destê gurûpa terorîst rizgar kirin, lê li ser asta navnetewî ta niha pênasîn bi rêveberiya wan a siyasî nebûye.

Hikûmeta Sûriyê jî rêveberiyê rewa nabîne û soz daye ku dê desthilata xwe vegerîne seranserî axa Sûriyê.

XS
SM
MD
LG