Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên DAIŞ’ê li Kempa Holê Alozî Derxistin: Kuştî û Birîndar Hene


Jinên malbatên çekdarên DAIŞ’ê ku kampa Holê ya li bakur û rojhilata Sûrîyê dijîn, roja Duşemê hewl dan ku nobedarên kampê yên Kurd birevînin, li gor rêxistineke çavdêrîyê. Di encama êrîşê de zarokek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Karbidestekî Kurd piştrast kir ku hewildanek bo revandina nobedarek jin çê bûye, lê ti agahî derbarê ziyanên canî neda. Di kempa mezin ya Holê de bi deh hezaran jin û zarok -- bi piranî jin, jinebî û zarokên girêdayî DAIŞ'ê dijîn.

Êrîşa li kampê çend rojan piştî ku rêberê DAIŞ’ê, Ebû Îbrahîm Haşimî el-Qureyşî, di êrîşeke Amerîkî de li bakurê rojavaya Sûrîyê hat kuştin de çedibe. Li kampê di sala dawî de bi dehan sûc hatin kirin.

Ev bûyer du hefte piştî ku çekdarên DAIŞ’ê êrîşî zindana Giwêran li bajarê Hesekê li bakur û rojhilata Sûrîyê kir pêk tê, ku tê de nêzîkî 3,000 çekdar û ciwan hebûn.

Êrîşa li ser girtîgehê bû sedema şer û pevçûnên 10 rojan di navbera şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HDS) û çekdarên DAIŞ’ê de. Di encamê de nêzîkî 500 kes hatin kuştin.

Hezên HSD’ê yên ku Amerîka piştgirîya wan dike di dawîyê de rewş xist bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG