Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çarenivîsa Malbatên Çekdarên Bîyanî yên DAIŞ'ê hîn Ne Zelal E


Ji destpêka damezirandina rêxistina DAIŞ’ê gelek endamên bîyanî ji welatên curbicur derbazî Sûriyê bûn.

Ebid Al-Mihbaş
Ebid Al-Mihbaş

Ew kesên tundrê bi hemwelatîyên Sûrî rezewicîn û gelek zarok li pey xwe hiştine ku ew jî niha bûye pirsgirêkeke civakî.

Hevserokê Encûmana Cîbicîkar ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Ebid Al-Mihbaş bal dikşîne ku heta vê demê tu çareserî jibo vê pirsgirêkê nehatiye dîtin.

“Li cem me 1248 zarok hene. Bi rastî divê ew zarok herin welatên xwe,” Mihbaş dibêje.

Li kampa Eyn Îsa beşeke taybet ji jinên bîyanî yên endamên DAIŞ’ê rehatiye veqetandin. Lê, welatên wan razî nabin ku wan qebûl bikin. Rêvebirîya Xweser gelek car bang kiriye ku her dewlet hemwelatîyên xwe wergirin.

Bêrîvan Xalid
Bêrîvan Xalid

Bêrîvan Xalid, Hevseroka Encûmana Cîbicîkar ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jî dîyar kir ku wan ta niha hin jinên DAIŞ’ê ji welatên wek Lubnan û Makedonya re şandine, lê hin welat yek car ti bersîv nedane.

“Me heta vê demê ti biryar derheqê jinên DAIŞ’ê nestandiye, jiber ku em li hêvîya bersîva welatên wan in, lê ger bersîveke erênî neyê, divê em di rêya komîteyên taybet re çarenivîsa wan dîyar bikin.

Tê texmîn kirin di rojên were de, bi rizgarkirina hemû axa bin desthilata DAIŞ’ê de hejmareke endamên DAIŞ’ê yên bîyanî û malbatên wan bilind be.

RK_02_12_2019_ISIS_Families
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00

XS
SM
MD
LG