Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ Hazirî Dike ku Hêzên Xwe ji Ser Sînorê Lubnanê Bikşîne


Leşkerên Lubnanî

Artêşa Sûrî û Hîzbullah, piştî operasyona hefteya borî, îro Duşemê hazirî dikin ku çekdarên DAIŞ’ê li devera ser sînorê Lubnanê vediguhezînin Elbukemal li rojhilata Sûrîyê.

Bi vê gavê, Lubnan û Hîzbullah armanca valakirina deverê ji DAIŞ’ê bi cîh tînin cara yekê ye ku DAIŞ’ê bi eşkereyî qayil bû ku devereke bin kontrola xwe, bi dara zorê vala bike.

DAIŞ’ê do Yekşemê agirbest pejirandibû, piştî ku artêşa Lubnanî li enîyekê û artêşa Sûrî û Hîzbullah ji li enîya din şerê wê kiribû û neçar mabû ku deverên çîyayî yên ser sînor ji dest berde.

Jêderekî leşkerî yê Lubnanî got ku endamên DAIŞ’ê, ligel malbatên xwe wê ji Elbukemal re werine birin.

Televîzyona Ixbarîya ya dewleta Sûrî ragihand ku çekdarên DAIŞ’ê hemî sîlahên xwe û navenda xwe dişewitînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG