Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sturgeon Heta Temambûna Brexit'ê Referanduma Serxwebûna Skotlandê Paş Dixe


Nicola Sturgeon
Nicola Sturgeon

Rêbera cudaxwaz ya Skotlandî (Îskoçî) Nicola Sturgeon ragihand ku referanduma serxwebûnê hate paşxistin, heta ku hurgilîyên derketina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa zelal bin.

Wezîra Yekê ya Skotland Nicola Sturgeon got ku wê pêşdeanîna pêşnîyara qanûnê ku daxwaza referandumeke nû ya serxwebûnê bikira, cemidandiye.

Partîya Netewî ya Skotlandî (SNP) ya Sturgeon armanc dike ku Îskoçya ji Brîtanya cuda bike, dixwest di dawîya 2018’an de ya da di destpêka 2019’an de referanduma duyê pêk bîne.

Hêjayê balkişandinê ye ku danûstandinên derketina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa (Brexit) jî li ber e di Adara 2019’an de bi tevahî bi dawî werin.

Partîya Sturgeon di hilbijartinên 8’ê Hezîranê de 21 ji 56 kursîyên xwe yên di parlemana Brîtanî de hinda kiribûn û Sturgeon li xwe mikûr hatibû ku israra wê ya referanduma serxwebûnê bûye sedema kêmbûna dengên SNP.

Di meha Adarê de parlemana Skotlandî piştgirî dabû daxwaza Sturgeon ya pêkanîna referandumeke nû, lê Serokwezîra Brîtanî Theresa May red kiribû ku ew mijar têxe nav rojeva parlemanê.

XS
SM
MD
LG