Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îskoçya bo Serxwebûnê Hazirîya Referandumeke Nû Dike


Serokwezîra Îskoçya Nicola Sturgeon
Serokwezîra Îskoçya Nicola Sturgeon

Serokwezîra Îskoçya Nicola Sturgeon dîyar kir ku ew dixwazin ku di sala pêş de careke din referanduma serxwebûnê li dar xin.

Sturgeon da zanîn ku anket raber dikin ku gelê Îskoçya serxwebûnê dixwaze.

‘’Ger gelê Îskoçya serxwebûnê dixwaze, divê ne di demeke dereng de lê zû em vê fersendê bidin wan. Parlamana me ya nû jî bi awayekî germ li vê mijarê dinêre.’’ Sturgeon got.

14 anketên dawî yên li Îskoçya nîşan didin ku piranîya gelê wî welatî alîgirê serxwebûnê ye.

Li Îskoçya di sala 2014’an de jî referanduma serxwebûnê li dar ketibû, lê 55 ji sedê beşdaran dabûn zanîn ku ew naxwazin ji Brîtanya veqetin.

Lê anket raber dikin ku piştî Brîtanya bi Brexitê jî Yekîtîya Ewrupa derketiye, li Îskoçya alîgirên serxwebûnê zêdetir bûne.

XS
SM
MD
LG