Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Cîhada Îslamî Dibêje Nava Dîlên di Destê Wan de Leşkerên Îsraîlî jî Hene


Nexaleh û Reîsî li Tehranê (19/06/2023)
Nexaleh û Reîsî li Tehranê (19/06/2023)

Rêberê koma çekdar ya Cîhada Îslamî, Zîad Nexaleh îro Înê dîyar kir ku nava 240 dîlên di destê komên çekdar yên li Gaza de ne leşkerên Îsraîlî jî hene.

Nexaleh got ku ewê tenê tenê wek berdêla azadkirina hemû Filîstînîyên li girtîgehên Îsraîlê werin berdan.

“Bê azadîya girtîyên me, girtîyên leşkerî yên dijmin jî azad nabin û ev yek girêdayî dawîkirina êrîşan e,” Nexaleh di peyameke vîdyoyî de got.

Cîhada Îslamî dibêje ku di destê wê de nêzî 40 dîl hene ku di êrîşa 7’ê Cotmehê ya li başûrê Îsraîlê ji alîyê Hamas û komên çekdar yên din ve hatibûn revandin.

Li ber e ku komên Filîstînî di berdêla 150 girtîyên Filîstînî de 50 dîl azad bikin û her du alî pêşîwê jin û zarokan berdin.

Bi zelalî nayê zanîn ku çend ji dîlan endamên artêşa Îsraîlê ne û komên mîlîtan yên Filîstînî, leşkerên rezerv jî wekî dîlên leşkerî dihesibînin yan na.

Li girtîgehên Îsraîlê bi tawanbarîyên ewlehîyê niha nêzî 7 hezar Filîstînî hene ku ji wan dora 1,800 kes ji 7’ê Cotmehê ya destpêka şer vir hatine girtin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG