Lînkên eksesibilîtî

Dadgeha Îspanî Daxwaza Girtina Rêberê Katalonî Puigdemont Dike


Puigdemont li Brukselê

Dozgerê dewleta Îspanî îro hewil didin ku li seranser Ewrupa fermana girtina serokê Katalonya Carles Puigdemont derxînin, piştî ku ew di rûniştina Dadgeha Qanûna Bingenî ya roja Pêncşemê de amade nebû.

Parêzvanê Puigdemont li Brukselê got ku Puigdemont dê heta ku rewşa aloz ya Îspanya baştir be, ligel çar wezîrên wî li Belçîka bimîne. Wî da zanîn ku Puigdemont amade ye hevkarî bi dadgehan re bike.

“Ku dadgehên Îspanî daxwaza hevkarî ji Puigdemont bikin, ewê ligel dadwerîya Îspanî û Belçîkî hevkarî bike,” parêzer Paul Bekaert ji Reutersê re got.

Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy Înîya borî, çend demjimêr piştî ku parlemana Katalonî serxwebûna yekalî ragihandibû, Puigdemont û hikûmeta wî ji kar dûr xistibû.

Partîyên opozîsyonê, wek boykot di wê dengdanê de hazir nebûbûn û dadgehên Îspanî jî ew ragihandin neqanûnî bi nav kiribûn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG