Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rizgarkirina 325 Penberan di Sala Nû de li Îspanya


Zêrevanên peravaên derayî yên Îspaniya ji sala nû û vir ve,zêdetir ji 300 penaber ji mirinê rizgar kirine, dema ku wan ji ava derya Spî ya neverast qesta aliyê Îspanya dikir.

Hatbû diyar kirin ku berî çend rojan gemiyek penbaran ku 311 kes tê de bûn û piraniya wan ji Afrîqa bûn gihaye peravên derayî yê Îspanya û ji aliyê Lîbya hatbûn.

Tê texmînkrin ku, penaberên hatine rizgar kirin heman kes bin yê ku ji Lîbya bi rêya ava derya naverast xwe gehandiye aliyê Îspanya.

Peyvdarê zêrevanên deryayî, gote ajansa Frans Press ku wan roja Sêşemê 111 penaberên din ji aliyê Cebel Al-Tariq rizgar kirine û roja Çarşemê jî 214 penaberên din rizgar kirine, herweha li gemiyeke din ya penaberan tdigerin ku rastî arêşe û pirsgirêkan hatîye.

Ji hejî bîrxistimnê ye ku vê dawiyê Îspanya bûye êstgeha herî mezin ya gehiştina penaberên ne yasyî, ew welat niha berî Yunanistan û Îtalya tê bo pêşwazîkirina pêlên penaberan.

XS
SM
MD
LG