Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Rewişa Awarte Du Hefteyên Din Dirêj Dike


Hikûmeta Îspanya rewişa awarte ya jiber vîrusa korona hatibû ragihandin du hefteyên din dirêj kir.

Parlamana Îspanya dirêjkirina rewişa awarte li hember 75 dengan bi 178 dengan pejirand.

Bi vî awayî, rewişa awarte ya li Îspanya ya bo du hefteyan cara çaran hat dirêj kirin.

Di meha Nîsanê de, jiber vîrusa korona rojane bi qasî 1000 kes jîyanên xwe ji dest didan, lê ew hejmar bi tedbîrên tund heta 244’an jî daket.

Tedbîrên tund zarareke mezin dan aborîya Îspanya û hejmara bêkaran jî zêde bû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Îspanya bi qasî 220,000 kes bi vîrusa korona ketine û 25,613 kesan jiber wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG