Karbidestên saxlemî yên Îspanya dîyar dikin ku di 24 saetên dawî de 580 kes bi vîrusa korona ketine ku ew hejmara herî bilind ya du mehên dawî ye.
Piranîya pêketinên nû yên vîrusa korona li herêmên Aragon û Katalonya hatine tespît kirin.
Jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona li wan herêman qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.
Li Lleida û Katalonya, bi qasî 160,000 kes bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin ketin karantînê û hikûmeta li Aragonê, ketin û derketina ji Zaragoza ya paytext sînordar kir.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îspanya bi qasî 260,000 kes bi vîrusa korona ketine û 28,416 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.
Pisporên saxlemî yên Îspanya dibêjin ku jiber guhnedana mesafeya civakî ew pêketinên nû yên vîrusa korona çêdibin.