Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Îspanya 1 mîlyon derbaz kir.
Li gor agahîyên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Îspanya di 24 saetên dawî de bi qasî 17 hezar kes bi vîrusa korona ketin û bi wan re hejmara pêketîyan bû 1,005,295. Bi vî awayî Îspanya ji nav welatên Ewrupa bû welatê yekê yê bi pirtir ji 1 mîlyon pêketîyan.
Berî Îspanya, li Amerîka, Hîndistan, Brezîlya, Rûsya û Arjantînê hejmara pêketîyan 1 mîlyon derbaz kiribû.
Li Îspanya pêketina pêşî ya vîrusa korona di 31’ê Çileyê de hatibû tespît kirin. Wî welatî di pêla pêşî yê vîrusa korona de tedbîrên befireh ragihandibûn û bi hatina havînê re ew tedbîr sist kiribûn.
Hin sîyasetvanên Îspanya dîyar kiribûn ku vîrusa korona zarar daye aborîyê û gotibûn ku divê ew bi turîstan aborîyê jinûve geş bikin û bo wê jî divê tedbîr werin sist kirin.
Li ber e ku Wezîrê Saxlemî yê Îspanya îro bi rêvebirên herêmî re bicive û ser tedbîrên nû danûstandinan bike.