Ajansa nûçeyan ya Reuetersê ragihand ku dozgerekî Îspanya bo superstarê Kolombîyayî Shakira cezayê girtîgehê û diravî xwestiye.
Reutersê da zanîn ku dozger Shakira bi sextekarîya ser bacê tawanbar kiriye û xwestiye ku pirtir ji 8 salan cezayê girtîgehê bistîne û pirtir ji 23 mîlyon euro bide.
Shakira û berdevikên wê ser daxwaza dozgerê Îspanya hîn ti daxuyanî belav nekirine.
Dozgerê Îspanya dide zanîn ku Shakira di navbera salên 2012 û 2014 de bac nedaye, lê superstar dibêje ku ew wan çaxan ne li wî welatî bûye.
Dozgerîya Îspanya vê hefteyê bo girtina dozê pêşnîyara lihevkirinê kiribû, lê Shakira ew daxwaz red kiribû.