Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Dê Navên Kesên Karanîna Vaksînê Red Dikin Tomar Bike


Îspanya dê navên kesên ku karanîna vaksîna vîrusa korona red dikin tomar bike.

Wezîrê Saxlemî yê Îspanya Salvador Illa dîyar kir ku ew qeydên navan dê ji bîragiştî re ne vekirî bin, lê ew dê wan bidin welatên din yên Ewrupa.

Illa da zanîn ku berpirsên saxlemîyê dê ser parastina agahîyên taybet bi baldarî tavbigerin.

Wî bi bîr xist ku li Îspanya karanîna vaksîna vîrusa korona ne mecbûrî ye.

Mîna welatên din yên Ewrupa, li Îspanya jî roja Yekşemê kempeyna vaksînkirinê destpê kiribû.

Hikûmeta Îspanya hewil dide ku heta dawîya Sibatê 2,5 mîlyon kes vaksînê li xwe din.

Li gor agahîyên fermî, li Îspanya heta niha 1,88 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 50 hezar kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG