Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve ya Îspanya: Welatê Me bo Turîstan Cîhekî Ewle Ye


Wezîra Derve yê Îspanya Arancha Gonzalez Laya dîyar kir ku welatê wan bo turîstan cîhekî ewle ye.

Arancha Gonzalez Laya bi preskonferansekê da zanîn ku hejmara pêketîyên vîrusa korona li cem wan wek ya welatên din yên Ewrupa zêde bûye, le ew di bi kontrolê de ne.

Laya dîyar kir ku herî zêde li Barselona, Lleida û Zaragoza pêketinên nû hatine tomar kirin.

Brîtanya dîyar kiribû ku kesên diçin Îspanya û vedigerin dê 14 rojan di karantîna mecbûrî de bimînin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab dabû zanîn ku jiber ku li Îspanya pêketinên nû yên vîrusa korona jinûve zêde bûne wan biryareke wisa daye.

Raab gotibû ku ewê jiber karantîna mecbûrî ya bo kesên ji Îspanya vedigerin, ji wî welatî lêborînê nexwazin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îspanya pirtir ji 270,000 kes bi vîrusa korona ketine û 28,432 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG